HIDE

GAZETE DEMOKRAT / EKONOMİ

GRID_STYLE

SON HAVADİS

SHOW_BLOG

Kongreya Kurdistanê nexşeya dilnexwazan pûç dike

Niha di rojeva medya kurdî de lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurd heye. Hemû kurd jî li bendê ne ku di zûtirîn dem de were girêdan ...

Niha di rojeva medya kurdî de lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurd heye. Hemû kurd jî li bendê ne ku di zûtirîn dem de were girêdan daku kurd stratejiyeke hevbeş diyar bikin.
Derbarê Kongreya Neteweyî ya Kurd de, dîrokzanê navdar ê kurd Dr. Kemal Mezher got: ‘’Bêguman hemû kurd bi kêfxweşî li benda kongreyeke wiha ne, ji ber dilnexwaz û şovenîstên dijminê kurdan hertim xwestine kurd ji hev dûrkevin, loma girêdana Kongreya Neteweyî ya Kurd, dê nexşeya dilnexwazan pûç bike.’’
Niha di rojeva medya kurdî de lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurd heye, hemû kurd jî li bendê ne ku di zûtirîn dem de were girêdan daku kurd stratejiyeke hevbeş diyar bikin û bikaribin bibin aktorekî serekî di guhertinên navçeyê de.
Derheqê vê kongreyê de Dr. Kemal Mezher ji rojnameya Hewlêr re axifî û got: ‘’Dijmin qet naxwazin ku derfetek çêbibe kurd li çarenivîsa xwe bifikirin û yekrêziya xwe pêk bînin, evna armanca yekgirtî ya dijminên kurd bû û herdem wextê xwe ji bo serkutkirina kurdan veqetandine, ji ber wê rastiyê baş dizanin ku yekbûna kurdan serkeftina kurdan e. Lewra divê kurd gelekî bi hişyarî tevbigerin.’’
Kemal Mezher wiha dibêje: ‘’Bi baweriya min yek ji wan sedemên ku nexşeya dilnexwaz û dijminên kurdan pûç dike, girêdana Kongreya Neteweyî ya Kurd e, ku di vê qonaxa kurd têre derbas dibin bûye pêdiviyeke bilez bo danîna nexşeyeke stratejî ji bo paşeroja gelê me.’’
Dîrokzanê kurd Dr. Kemal Mezher girêdana vê kongreya han wek pêngaveke girîng pênase kir û got: ‘’Sazkirina vê kongreyÊ di rewşa niha de ku kurd têde dijîn wek pêngaveke gelekî bi berpirsyarî dibînim bo danîna nexşe-rêyeke maqûl ji bo parastina berjewendiyên bilind ên neteweya me.’’(bas-news.net)
Kaynak: http://www.haberdiyarbakir.com/kongreya-kurdistane-nexseya-dilnexwazan-puc-dike-59569h/#ixzz2aSuIa3AB

Business News