Page Nav

HIDE

Grid

GRID_STYLE

Reviews

SHOW_BLOG

Cemil Bayık: Serkeftina BDP’ê serkeftina gelên li Kurdistanê ye

KİMİ OKURLARIMIZDAN GELEN ELEKTRONİK İLETİLERDE, CEMİL BAYIK TARAFINDAN DÜN YAPILAN AÇIKLAMANIN DAHA GENİŞ KESİMLERCE DE DEĞERLENDİRİLEBİLM...

KİMİ OKURLARIMIZDAN GELEN ELEKTRONİK İLETİLERDE, CEMİL BAYIK TARAFINDAN DÜN YAPILAN AÇIKLAMANIN DAHA GENİŞ KESİMLERCE DE DEĞERLENDİRİLEBİLMESİ İÇİN KÜRTÇE METNİNİN YAYINLANMASI İSTENMEKTEDİR. METNİN KÜRTÇE'SİNİ BULDUK. OKURLARIMIZIN İLGİSİNE SUNUYORUZ.
DemokratHaber/İdeaHayat

Wateya hilbijartinê li Tirkiyê û Kurdistanê cuda bûye. Li Kurdistanê ne ku partiyek hindik an jî zêde werbigire. Hilbijartin her dem li Kurdistanê di navbera partiya ku polîtîkayên dewletê diparêze û partiya vîna siyasî ya Kurd diparêze de derbas dibe. Demekê ANAP, piştre DYP û niha jî AKP ji ber ku ev polîtîkaya dewletê ya têkildarî Kurd temsîl dike, li Kurdistanê li hemberî partiyên demokratîk û welatparêz ketiye nava pêşbirka hilbijartinê. 
Niha AKP li Kurdistanê partiya dewletê ye. Partiyên wekî MHP û CHP nikarin li ser lingan bimînin. Ji ber ku partiyên ku xwe nespêrin heza dewletê û derfetên wê bi kar neynin nikarin li Kurdistanê bibin xwedî hêz. Ji ber ku AKP hemû derfetên dewletê daye pişta xwe û bi vî awayî dikare bi nûnerê vîna siyasî ya demokratîk a Kurdan BDP’ê re têkeve pêşbirkê. Ji ber ku namzedê AKP’ê yê Rihayê walî ye û ev jî nîşaneya ku bê li Kurdistanê çawa di nava dewletê de ye.
Li Kurdistanê hemû walî ji bo polîtîkayên dewletê yên qirkirina çandî û li ser gel zexta dewletê bimeşînin hatine peywirdarkirin. Ev jî tê vê wateyê ku dewlet li Rihayê waliyekî bike şaredar û bi walî re polîtîkaya qirkirina çandî bimeşîne. Dewlet dê polîtîkaya şerê taybet bi destê waliyê ku di nava dewletê de hatiye pewerdekirin li Rihayê bimeşîne. Wekî namzed nîşandana waliyekî ji vê pêvetir nayê tu wateyeke din. Polîtîkayeke şerê taybet meşandiye. Ji derveyî Kurdan hemû civakên din li hemberî Kurdan anîne asta pêşdaraziyê. Çawa ku Îngîlîzan li Rojhilata Navîn polîtîkaya ji hev parçe bike û bi rêve bibe pêk aniye, li Tirkiyeyê jî li Kurdistanê polîtîkaya ji hev parçe bike û bi rêve bibe meşandiye. Li şûna ku Riha bibe bajarê ku nasnameyên cuda di nava hev de bi biratî bijîn û bibe bajarekî mînak, dewlet ji bo hemû civak bi fikar û ji hev bawer nekin hemû rê û rêbaz bi kar aniye. Wisa fikiriye ku ger hemû nasnameyên cuda li hemberî hev di nava bê baweriyê de bin, dikare polîtîkaya Tirkîtiyê bi hêsanî pêk bîne. Bi vî awayî Kurdîtî, Erebîtî û Sûryanîtiyê li Kurdistanê tune bike û wir bike qada belavbûna Tirkîtiyê.
Riha ji ber ku bawerî û çandên cuda di nava xwe de dihewîne bûye bajarê pêxemberan û ev dewlemendî vê yekê piştrast dike. Ol tu caran cudatiya milleta wekî cudakariyê nabîne, çand û nasnameya milletên cuda jî red nake. Ev jî nîşan dide ku bi hezaran salane bawerî û nasnameyên cuda di nava rêzdariyekê de bi hev re jiyane. Ji ber ku Riha beriya îslamê bi pêxemberan û baweriyan nasname û çandên cuda parastine û bi vî awayî bi hev re jiyane. Di vî alî de Riha modela bajarê herî di cih de ya neteweya demokratîk e ku Rêberê Gelê Kurd tîne ziman û li wir dikare bê bikaranîn. Jixwe ji ber ku Rêberê Gelê Kurd li bajarekî wisa dewlemend hatiye dinyayê têgeha neteweya demokratîk a ku hemû nasnameyên cuda bi hev re bijîn pêş xistiye. Riha dikare bibe modela mînak a ku hemû nasnameyên cuda di nava neteweya demokratîk de bi hev re bijîn. Jixwe ji bo Osman Baydemîr Rihayê bike bajarê cudahiyên ku bi biratî bi hev re bijîn hatiye hilbijartin.
Di vê hilbijartinê de ne tenê li Rihayê dê li seranserê Kurdistanê hişmendiya neteweya demokratîk pêş bikeve. Kurd, Ereb, Tirkmen, Sûryanî, Terekeme, Milhelmî û bi hemû pêkhateyên Kurdistanê neteweya demokratîk ava bikin. Ji ber vê yekê serkeftina BDP’ê ya li Kurdistanê tê wateya pêşketina biratiya di navbera hemû gelan de. Polîtîkaya dewletê ya ji hev parçe bike û bi rêve bibe dê bi dawî bibe. Kurdistan bi hevjiyana hemû gelan ji Rojhilata Navîn re bibe mînak. Ne wekhevkirina cudahiyan û ne jî şerkirin dê pêk neyê. BDP dê bibe misogeriya aştiya civakî.   Dewleta Tirk dibêje ku ewê hemûyan bikim wekhev û ‘aştiya hêzdaran’ ava bike, BDP jî dibêje emê hemû cudahiyan bi jiyana demokratîk re aştiyê ava bikin. Cudatiya di navbera BDP û dewleta Tirk de eve. Ji ber vê yekê cudatiya di navbera AKP û BDP’ê de jî ev e.
BDP dikare li Riha, Mêrdîn, Sêrt û Bedlisê Ereb, Sûryanî û Tirkmenan bike şaredar û parlamenter. Niha di vî alî de gav hatine avêtin. Di demên pêş de jî gavên bi vî rengî dê bên avêtin. Di vî alî de serkeftina BDP’ê ya di vê hilbiartinê de tê wateya serkeftina hemû gelan.
(http://yeniulkehaber.com/Detay.aspx?gn=4398)

Hiç yorum yok